Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê postereke taybet bi serokên Hemnasê belav kir

12:10 - 19 Çirriya pêşîn 2024

Piştî kuştina Yehya Sinwarê serokê Hemasê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve, Îsraîlê bi belavkirina postêreke taybet a serokên Hemasê ku bi tevahî hatine kuştinê, daye zanîn ku êdî ti Hemasek nemaye û tevahiya fermandeyên wan ên payebilind ji nav çone û piraniya alav û desthilata wan, ji nav çoye.

Roja Înê 26ê Rezberê, Îsraîlê postereke taybet bi serokên Hemasê belav kir û ragihand ku tevahiya serok û fermandeyên payebilind ên hemasê hatine kuştin û êdî ti Hemasek nemaye û piraniya alav û deverên jêr desthilata wan êdî nemane û hewceye ku paşmaweyên Hemasê, barimteyên li destê xwe de azad bikin.

Wezêrê Berevanî yê Amerîkayê jî li derheq kuştina “Yehya Sinwar” de got: “Ew destkevteke mezin li hember terorîzmê ye û ew darêjerê êrîş û cinayeta li 7ê Octoberê bû, kuştina wî derfeteke mezin bo paşerojekie ronahî hem bo Îsraîl û hem bo Felestîniyan û tevahiha deverê ye.

Milîsên Hemasê pêka siyaset û pîlanên rêjîma Îranê, Devera Xeze û devera Rojavayê Qiraxa Çemê Ordonê, da kawilkirin û bi dehan hezar xelkê Felestînê da kuştin û bi milyonan koçber û aware kir, niha ew siyaset û pîlana rîjîma Îranê bi rêya Hizbullahê li Lubnanê de bi rê ve diçe.