Serokwezîrê Lubnanê axaftina serokê meclîsa rêjîma Îranê bi tedaxula eşkere li karûbarê Lubnanê binav kir û da zanîn ku ew yek ji rêjîma Îranê nayê qebûlkirin.
“Necîb Mêyqatî”, Serokwezîrê Lubnanê li derheq axaftinên “Mihemedbaqirê Qalîbaf” ê serokê meclîsa rêjîma Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku gotinên “Qalîbaf” ê serokê meclîsa rêjîma Îranê, destêverdana eşkere li karûbarê Lubnanê ye û Lubnanê ti hewcehiyeki bi rêjîma Îranê bo çareserkirina pirsgirêkên xwe nîne û vê yekê ji rêjîma Îranê qebûl nakin.
Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Berpirsayetiya danûstandinan bo birêvebirina biryarnameya 1701, li stuyê dewleta Lubnanê ye û her aliyek divê piştevanî ji vê yekê biki, berewajiyê wê yêkê nayê qebûlkirin.
Herwisa “Necîb Mêyqatî” daxwaz ji Wezîrê Derve yê Lubnanê kir ku kardarê rêjîma Îranê li derheq axaftinên “Qalîbaf”, banghêj û daxwaza bersivê jê bike û biryara dewleta Lubnanê bi wî rabigehîne.
Pasdar Qalîbaf li derheq cîbicîkirina biryarnameya 1701, gotibû ku rêjîma Îranê amadeye digel Firansê danûstandinê bike!
Herwisa “Semîr Ce`iCe`I” yê serokê partiya “El-Quwat El-Lubnaniye” ragihand ku êdî em derfetê nadin ku dewleta paralêl a Hizbullahê li Lubnanê de bi rê ve here û niha Hizbullah ji aliyê fermandeyên Îranî ve bi rêve diçe û şer bo berjewendiya rêjîma Îranê dikin.