Rêjîma Îranê li 10ê Xezelwerê, li girtîgehên xwe de 4 kes bidar vekirin ku yek ji wan welatiyekî Kurd û yek jî hevwelatiyê belûç bûye, vê pêkê li heyama 10 rojan de rêjîmê 45 weklatî bidar vekirine.
Pêka rapora Navenda Mafê Mirovî ya Îranê, li roja Pêncşemî 10ê Xezelwerê, rêjîma Îranê welatiyekî kurd ê bi navê “Wahid Bînamî” xelkê bajarê Pîranşarê ku bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nexedê de bidarvekir.
Herwisa li vê rojê de li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Zahidanê de hevwelatiyek ê bi navê “Hesen Îxlasî” yê temen 35 salî ku li temenê zarokatiyê de bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandinê, hatiye bidarvekirin.
Herwisa girtiyekî din bi navê Serdar Seferpûr ku pêştir bi sûçê kuştina bizanebûna kesekê sizayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Sipîdar a Ehwazê de hate bidarvekirin.
Li girtîgeha rêjîêmê li bajarê Îsfehanê de jî, hevwelatiyek ê bi nav “Hamid Duwîstî” yê temen 35 salî ku bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, hatiye bidarvekirin.
Rêjîma Îranê li 1ê Xezelwerê heta 10ê Xezelwerê, 45 kes li girtîgehên xwe de bidar vekirine.