Hêzên besîcan û parastina zanîngeha Azad a li bajarê Têhranê de bi lêdan û kutanê, kincê keçeke xwendekar li ber de perçe kirin û vê keçê bo nîşandana nerizayetiya xwe beşek ji kincê xwe avêtin.
Hêzên besîc ên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ên cihgîrkirî li Zanîngeha Azad li bajarê Têhranê û herwisa parastina vê zanîngehê, bi êrîşkirin bi ser “Ahû Deryayî”, xwendekareka têrma 7 a zimanê Feransewî li beşa zanist û lêkolînan ya Zanîngeha Azad a bajarê Têhranê, tevî lêdan û kutanê kincên li berd e perçe kirin û hêceta wan bo vê kiryara hovane ev yeka bûye ku vê keçê, hicaba bi zorê bi serastî bi rê ve nebiriye.
Wê keça xwendekar bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember vê kiryara dirindane, beşek ji kincên xwe avêtin û li hewşa zanîngehên de rûnişt, hêzên hov ên parastina zanîngehê bi êrîşkirineke dubare û derbelêdan bi serê vê keça xwedekar li halekê de ku xwîn ji serûçavên vê dirijiya, bi awayekî hovane ji aliyê 4 kes ji hêzên parastina vê zanîngehê, bi zorê siwarê maşîneke wan hêzan kirin û bo ciheke nexuya revandin.
Heta niha ti zanyariyeke zêdetir ji qedera vê keça xwendekar nehatiye zanîn.