Çewtekarî û pîlanên jirêderxistina rêjîma Îranê bo xwederbaskirin ji biryarnameya Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî berdewam in û îdia dike ku paşkevta Oraniyom %60, zêde nake.
Tevî ku hûrdekariyên serdana “Rafael Grossi” li Îranê nehatine belavkirin, lê troîkaya Ewropayê biryarnameyek li dijî bernameya navkî ya rêjîma Îranê bi Şêwraya Hukam pêşniyar kiriye û rêjîma Îranê ji tirsê erêkirina vê pêşniyarê li Şêwreya Hukam de bo çewtekarî îdia kiriye ku hekî birarnameya Şêwreya Hukam bê hilveşandin, ew dê paşkevta Oraniyama meyandî ya bi tîratiya %60 li asta heyî de rabigire.
“Rafael Grossi” li roja Sêşemî 29ê Xezelwerê ragihand ku paşkevta Oraniyoma bi tîratiya %60 a rêjîma Îranê heta 26ê Octoberê, 182.3 kîlo bûye ku 17.6 kîlo, zêdetir ji paşkevta heyva Augustê ye.
Bo berhemanîna her bombeke navkî, hewcehî bi 42 kîlo Oraniyoma %60 heye ku heta tîratiya %90 bê meyandin û bi wî awayî rêjîma Îranê bo berhemanîna 4 bombên navkî, Oraniyoma hewce li ber dest heye û rêjîma Îranê bi cîhanê daye selimandin ku pêbendê ti yasayeke exlaqî, olî, navnetewî û mirovî nîne.