Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê gel Îbrahîm Qadirî li Mihabadê koça dawî kir

11:47 - 20 Çirriya paşîn 2024

Roja Sêşemiyê 29ê Xezelwera 1403an a rojî, Îbrahîm Qadirî hunermendê nîştmanperwer û xelkî, bi sedema nexweşiyê li temenê 90 saliyê de koça dawiyê kir.

Hunermendê stranbêj û dengxweşê Kurd ku Pêşmergê serdemê Komara Kurdistanê bû, bi sedemê xweşmêrî li şerê Qarava û Sera yê, ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed Serkomarê Kurdistanê ve hatibû xelatkirin.

Ev hunermendê millî ji dayîkbûyî û xelkê gundê Îsakendî bû û ji sala 1340ê mala xwe biribû bajarê Mihabadê û livê akincî bû.

Ev piştî têkçona Komara Kurdistanê heta şorişa gelên Îranê li sala 1357ê endamê nihêniyê Hizba Dêmokrat bû û digel xebata aşkera a Hizba Dêmokrat bû Pêşmerge û gelek mêrxwasî di şer û berxwedanan de beşdarî dikir û çendîn caran jî birîndar bû, û kurekî wî jî bi navê Mistefa Şehîd bû.

Kak Îbrahîm Qadirî di nava Hizba Dêmokrat de hînê xwendin û nivîsandinê bû û ev xwediyê pirtokekê ye bi navê “Kîje Sablaxî” ku helbesata hemî sitran û berhemên wî di wê pirtokê de hatine weşandin.

Kak Îbrahîm bo heyamekî zêde wekî berpirsê beşa tedarokatê li nexweşxana Şorişê de erkê Hizbî bi cî gihand.

Mamosta Îbrahîm Qadirî ji bilî hunermendekî naskirî û hezkiryê gelê xwe bû, ev kesayetiyekî xweşnav û cihê hitbara xelkê jî bû. Ev bi sedema evê ku gelek sitran bo şorişê û Pêçmerge gotine, çendîn caran ji aliyê rêjîmê ve kevte ber azar û eziyetê.

Navenda Ragihandina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya koça dawiyê ye wî hunermendê Kurd, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarê wî û gelê Kurd û hogirên dengê wî yê xweş û xwe di xem û nerehetiya wan de bi şirîk dizane.