Bi sedema teqîna mînekê li sînorê Newsûdê, kolberekî xelkê Ciwanroyê, pêyekî xwe ji dest da.
Pêka raporên belavbûyî, çend rojan berî niha kolberek ê bi navê “Ehmed Rizayî” xelkê bajarê Ciwanroyê ku li sînorê Newsûdê de rastî teqîna mînê hatibû û pêyek wî bi dijwarî birîndar bibû, bi sedema dijwariya birîna pê wî, li nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê de pêyek wî ji gûzekê re hate birîn.
Pêka rapora “Kolber News”ê Navbirî bavê 3 zarokan e.
Pêka raporên “Kolber News”ê li 6 heyvên destpêkiya sala 1403 a Rojî de 36 kolber hatine kuştin û 106 kolber jî hatine birîndarkirin.
Pêka vê amarê %87 a kuştin an birîndarkirina kolberan li encama teqeya rasterast an bi lêdan û kutanê ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê ve bûye.
10 kes ji wan kolberan temenê wan jêr 18 saliyê ye.
Amara kuştin û birîndarkirina kolberan li sala 1403 a Rojî li 6 hevyên destpêkî de bi berhevdanîn digel 6 heyvên destpêkiya sala n1402 a Rojî, “%67” zêdetir bûye.