Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûneke 7 hezar kesî ya mamostayên malnişînkirî li bajarê Têhranê de bi rê ve ço

12:05 - 20 Çirriya paşîn 2024

Zêdetir ji 7 hezar mamsdostayên malnişînkirî yên sala 1400 a rojî li rûberûyê bînbaya meclîsa rêjîmê û saziya bername û bûdceya rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizaytiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 30ê Xezelwerê, zêdetir ji 7 hezar ji mamostayên malnişînkirî yên li 31ê Xermanan heta 30ê Rêbendana sala 1400 a Rojî, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember birêveneçona serast a yasaya pilebendiyan li hiqûqên malnişînkiriî, li rûberûyê bînaya meclîsa rêjîmê û saziya bername û bûdceya rêjîmê kombûna nerizayetioyê lidar xistin.

Herwisa wan mamostayan bi hilgirtina plakardan, nerizayetiya xwe li hember cîbicînebûna %90 a zêdeyiya pilebendî li hiqûqê malnişînkirinê de nerizayetiya xwe dane xuya.

Hiqûqê malnişînkiriyan tevî hemû dirûşmên rengareng ên rêjîmê bi qasî nirxa enfalsiyonê nehatiye zêdekirin û tevî bilindbûna nirxan, malnişînkirî hejartir dibin û dê rastî pirsgirêkên gelek zêdetir bo dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe bidin û nikarin wan dabîn bikin.