Bandora wegera Tiramp li ser rêjîma Îranê
N. Nûredîn Sofîzade
Li dema pirûpagenda berî hilbijartina serkomarê Amerîka kêç kevtibû kevlê deshilatdarên rêjîma Îranê û gorî raporên dezgehên ewlehiyê ye Amerîka, rêjîma Îranê li rêka êrîşa saybêrî û danana tîmên taybet û pirûpagenda nerênî li mêdiayan de gelek cehd kir ku desttêverdanê bike û bandor li hilbijartina wî welatî de hebe bi dijî Tiramp û partiya Komarîxwaz.
Lê piştî hilbijartinê û xuyabûna encamê ku serkevtina Tiramp bû, deshilatdarên rêjîma Îranê zêdebarî evê ku gelek cehd dikirin ku tirs û nîgeraniya xwe weşêrin, radigehandin ku goy abo wan çi ferq nake ku kê li Amerîka de dibe serkoma û çi bandorek li ser siyaset û reftara rêjîma Îranê çinîne.
Ev jî di demekê de ye ku deshilatdarên rêjîmê berî ji nû ve hatina ser kare Tiramp hoşdarî didane hev, û Mihemed Cewadê Zerîf digot way li vê rojê ku hekî Tiramp wegere.
Bê guman bi berçavgirtina devra pêşda ya serkomariya Tiramp, egera gelek guhertinan têtê sehkirin, Tirampê ku devra pêşdaye deshilata xwe de tundtirîn dorpêç xistine ser rêjîma Îranê, Sipaha Pastaran weke girûpekî tirorîstî da nasandin û xiste nava lîstê reşe girûpên tirorîstî de, rêkevtinnama Bercamê dirand û li girûpa Bercamê derkevt, Qasim Silêmaniyê tirorîstê navnetewî yê fermandê sipaha Quds kuşt, ku vê care Tiram demekê de wegeriya ye ku digel rêjîma komara îslamî ya şiltaxtir, şerxwaztir, hirtir, nêzîktir bi çêkirina çeka Etomî, tepeserkartir li navxweya Îranê de û êrîşkertir bo ser Îsraîl wek nêzîktirîn hevalbendê Amerîka û xudî hêzên Amerîka li deverê de rûbirûye.
Lewra destê Tiramp bi wan sedeman wekirîtire ku reftarekî tundtir ji ya devra pêşde digel Îranê bike, bi taybetî ku niha base guhertina rewşê û base egera cîbicîbûna terhê Amerîka yê bi nave Rojhita Navîn a Mezin û terhê Îsraîl yê bi nave Rojhilata Navîn a Nû.
Hatina ji nû ve ye Tiramp, li rewşekî pir aloze Rojhilata Navîn û şer û tevdaniya ku sebebkarê serekeye wan şer û aloziyan jî rêjîma Îranê ye, herwisa rêjîma Îranê xwe kiriye aliyekî şerê di navbera Rûsiyê û Ukraynê û kevtiye nava Eniya dijî Amerîka û Ewropa, deshilatdarên rêjîmê bi aşkera wan rojan base egera çêkirina çeka Etomî dikin, Fermandên sipaha pastarana tirorîst gefa êrîşa 3 yê ya bi nave Sadiq bo ser Îsraîl dikin, vê berçavroniyê dide me ku Tiramp û Amerîka çi rêkekê bi dijî rêjîma Îranê dê bigirne ber xwe.
Îca hekî wisaye gelo tu bêjî, rêjîma komara îslamê cama jahiyê vexo û dev ji hemî wan şiltaxiyên xwe bikêşe û teslîmê Amerîka û Tiramp û Îsraîl û Civatgeha cîhanî dibe, yan dunaya û Amerîka û Tiramp û Îsraîl ji tires şiltaxî û şer û alozî û êrîşa rêjîma Îranê dê serê xwe bikêşne nava qalkê xwe û dê bê deng û bê helwêst bin?
Bêguman bersiv gelek zelale,