Mamostayan, werzêran, perestaran, malnişînkiriyan, xelkê medenî û kedkaran li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Çarşemî 30ê Xezelwerê, li Rojhilatê Kurdistanê de kedkarên îdara rê ya Îlamê li derheq kêmkirina heqdest û zêdeyiyan, nebûna girêbesta kar, nedana heqdestên paşkeftî û guhnedana berpirasn bi daxwaziyên wan, li rûberûyê bînaya saziya Bazresî ya rîjîmê li parêzgeha Îlamê, kombûna nerizaytî lidar xistin.
Herwisa li bajarê Kirmaşanê de jî, kedkarên şirketa “Îran Xudro” bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kêmbûna heqdestan, rewşa xirab a kar, dest ji kar berdan û hêla berhemanînê sekinandin û man girtin.
Li vê rojê de zêdetir ji 7 hezar mamostayên malnişînkirî yên çendîn bajarên Îranê li rûberûyê bînaya meclîsa rêjîmê li bajarê Têhranê, kombûneke berfireh a nerizayetiyê, lidar xistin.
Perestaran li bajarên “Ehwaz û Şîraz”ê, malnişînkiriyên pîşeya neft li bajarê Ehwazê û kedkarên bajarvaniya Dugunbedan li parêzgeha Kohgîlûyê û Boyêr Ehmed , kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa hejmarek ji xelkê gundên Kehrûd, Rêzan, Miyandêh û Nandil”ê ser bi bajarê Amolê li derheq jinavbirina sirûşta vê deverê bi çêkirina xelekek mirovî nerizayetiya xwe dane xuya.
Herwisa hejmarek ji koçerên Qeşqayî li bajarê Şîrazê li derheq tomarkirina kincên Qeşqayî bi navê kincên Lurî, nerizayetiya xwe nîşan dan.