Bi sedema nebûna ewlehiya canî, kar û nemana ti hivîyek bo paşerojê, piraniya xelkê Îranê dixwazin ji Îranê derkevin û pêka amaraên rêjîmê ew daxwaza %60 a xelkê Îranê ye herwisa kesên jêr 18 salî jî dixwazin ji Îranê derkevin an birevin.
Roja Çarşemî 30ê Xelwerê, “Elî Rebî`î”, Hevkarê civakî yê serkomarê rêjîma Îranê gotiye: “Daxwaziya derketin ji Îranê gihîçtiye qata temenê jêr 18 salî û bo nivşa nû, derketin rêyek bo revîn ji Îranê ye û ew derketin bo Îranê pirsgirêkek siyasî, civakî û aborî ye”.
Tepeseriya hovane ya xelkê nerizî li hember bêdadî û sitemkarî û herwisa binpêkirina keramet û mafê mirovî li Îranê ji aliyê hêzên ewelehî û leşkerî ve, bi fermana rêberiya rêjîmê, rewşeke bi sam bo xelkê Îranê bi taybet ciwanan çêkiriye.
Kiryarên hovane yên rêjîma Îranê li şoreşa Jînayê û piştî vê şoreşê, bi taybet îşkencekirin, destdirêjiya cinsî, bêrêzîkirin, binçavkirin, bêserûşûnkirin, sepandina sizayên giran, kuştin li jêr îşkenceyan û çendîn kiryarên dûr ji mirovahî û hemû pirensîpên exlaqî, jiyana xelkê Îranê xistiye metirsiyê.
Pêka amarên rêjîmê li sala 1401 a Rojî de zêdetir ji 65 hezar kes ji Îranê derketine û %60 a xelkê Îranê dixwazin ji Îranê derkevin.