Jîna Moderis a rojnamevan û çalakvana mafê jinan ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve 16 heyv binçavkirin bi ser de hatibû sepandin, bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê hate veguhastin.
Roja Şemî 12ê Xerzewerê, Jîna Moderis a rojnamevan û çalakvana mafê jinan ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê li bajarê Sinê de 16 heyv hewskirin bi ser de hatibû sepandin, bo girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Sinê, hate veguhastin.
“Jîna Moderis”, berî çon bo girtîgehê li tora civakiya “Instagram”ê de peyameke wiha belav kir: “Îro ez diçim nav girtîgehekê ku bidûrragirin û cudatîdanîn li wir, 3 beranber e, ew girtêgeha jinan li bajarê Sinê ye, bidûrragirtin û cudatîdanîna zayendî, çînayetî û netewayetî ye, li halekê de ku min tiştên xwe bo çon bo girtîgehê amade dikir, berî hemû tiştekê min hiviya xwe xiste nav çantê xwe, ez bi hiviyê ve diçim wir.
Ew rojnamevan û çalakvana mafê jinan, li 1ê Xezelwerê de ji aliyê taya 4 a dedgeha birêvebirina sizayên sepandî ya rêjîmê li bajarê Sinê, hatibû agehdarkirin ku divê li 12ê Xezelwerê, bo cîbicîkirina vê sizayê xwe bide nasandin.