Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê li ser pîşe û aboriya Îranê bûye gefek micid

11:47 - 21 Çirriya paşîn 2024

Kirîza qutbûna berqê, kêmiya gaz û bênzînê li Îranê ji aliyek, û nebûna berqa hewce bo pîşe û aboriya Îranê, û sekinîna pîşe û sekinîna aborî ji aliyek din, berhemanîn û aboiriya Îranê xistiye metirsiyê.

Serokê navenda lêkolîn a odeya Bazirganiya Îranê “Hucet Mîrzayî”, tevî huşdarîdan li derheq kirîza qutbûna berqê û kurtanîna gazê gotiye”: qutbûna gazê li Îranê li halekê de ye ku Îran xwediyê duyemîn serçava gazê li cîhanê ye, ew yek ne bi tenê nigeraniya xelkê û xwediyên kar û kasibiyan li pey xwe aniye, dikare berhemanînê jî li Îranê de bisekinîne.

Herwisa navbirî îtiraf bi neşiyana rêjîmê li çareseriya vê pirsgirêkê kiriye û gotiye ku pirsgirêka bingehîn vedigere ser birêveberiyê.

Rêjîma Îranê bi ti awayek amade nîne qasa hinardekirina gaz û nefta xwe bo derve kêm bike, heta qasa gaz û nefta hewce bo xelkê û yekeyên berhemanîn li Îranê jê kêm kiriye ku bi hinardekirina zêdetir, dirafê hewce bo çêkirina fitneyan û xercê milîsên ser bi vê rêjîmê dabîn bike.