Hisaba fermî ya Elî Xamineyî ya bi zimanê Îtaliyayî, li tora civakiya “X” de bi sedema binpêkirina yasayên vê tora civakî, hatiye sekinandin. Pêştir jî vê tora civakî hisaba Elî Xamineyî bi zimanê Ibrî û Tirkî daxistibû.
Roja Çarşemî 30ê Xezelwerê, hisaba fermî ya bikarhêneriya Elî Xamineyî bi zimanê Îtaliyayî li tora civakiya “X” de bi sedema binpêkirina yasayên vê tora civakî hatiye sekinandin û li jêr peyama sekinandina hisaba bikarhêneriya Elî xamineyî de hatiye nivîsandin ku vê tora civakî, hisabên bikarhêneriyên ku yasayên vê tora civakî binpê bike, disekinîne.
Herwisa hisaba fermî ya bikarhêneriya Elî xamineyî ya bi zimanê “Ibrî” li tora civakiya “X” de rojek piştî vekirina vê hisabê, bi yekcarî, hate daxistin.
Tora civakiya “X”, hisaba bikarhêneriya Elî Xamineyî, ya bi zimanê Tirkî jî yekcarî daxist.
Berpirsên rêjîma Îranê li halekê de ku wan torên civakî bo xelkê Îranê qedexe dikin, bi xwe û bi dehan hisabên curbicur, bi kar tînin.