Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirin li Îranê bi lezgînî berdewam in

11:54 - 21 Çirriya paşîn 2024

Rêjîma Îranê hevwelatiyekî Belûç, bi awayê nihênî li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Gunbed Kavûs”ê de bidar vekir û herwisa welatiyekî Lur li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de jî hate bidarvekirin.

Sibêdeha roja Çarşemî 30ê Xezelwerê, hevwelatiyekî Belûç ê xelkê bajarê “Zabol”ê yê bi navê Silêman Wezîrî ê temen 30 salî, bê hevdîtin digel malbata xwe û bê agehdarkirina wan û parêzerê wî, li gitîgeya rêjîmê li bajarê “Gunbed Kavûs”ê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê “Silêman Wezîrî”, xelkê bajarê Zabolê û rûniştiyê gundê “Bazgir”ê ser bi bajarê Mînodeştê ye û bidarvekirina wî bê agehdarkirina parêzer û malbata wî hatiye kirin.

Herwisa li vê rojê de welatiyekî Lur ê xelkê “Kuwar”ê ser bi parêzgeha Fars ê bi navê “Emrullah Dêhqan” temen 39 salî, li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hate bidarvekirin.

Girtiyekî din ê Belûç bi navê Mihemed Bamerî xelkê bajarê Zehklutê li girtîgeha Kehnûcê de hate bidarvekirin.

Girtiyekî din bi navê Şehrûz Alîmurad, roja Çarşemiyê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Erdebêlê de hate bidarvekirin.

Tevî hemû huşdarîdanên welatên cîhanê bo sekinandina sizaya bidarvekirinê, rêjîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê û çêkiria rewşeke bi sam li Îranê, sizaya bidarvekirinê wek alavekê bo tirsandindin û tepeserkirin û zêdetir bi kar tîne.