Rêjîma Îranê li heyva Xelwerê de zêdetir ji 145 kes li girtîgehên xwede bidar vekirine û ji vê rêjeyê 3 jin bûne û girtiye jî li jêr îşkenceyan de hatiye kuştin.
Rêjeya bidarvekirinan li Îranê de li heyva Xezelwerê, ji 145 haletan derbas bûye ku 3 ji wan jin bûne û yek jî li girtîgeha îtlaata rêjîmê li bajarê Melekanê de ji aliyê hêzên îtilaatê ve li jêr îşkenceyan de hatiye kuştin. Ew bidarvekirin li halekê de li Îranê de bi rê ve diçin ku li vê heyvê de çendîn welatên cîhanê û heta Saziya mafê Mirov a Netewên Yekgirtî, tevî huşdarîdan bi rêjîma Îranê, ew şermezar kirine.
Amara serast a bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê de ji vê rêjeyê zêdetir e û bi sedema sansora tund û rewşa kontrola dijwar li girtîgehên rêjîma Îranê, gelek caran bidarvekirina girtiyan heta heyameke dirêj nayê zanîn û herwisa qedera hinek kesan jî piştî bêserşûnkirinê, bi nerohnî mane.