Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê Tikabê ji aliyê rêjîmê ve hate binçavkirin

18:08 - 23 Çirriya paşîn 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Tikabê, piştî çendîn car gazîkirina bo îdareya îtilaata rêjîmê li bajarê Tikabê û gefxwarina wan hêzan, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Roja Înê 2ê Sermawezê, welatiyekî Kurd bi navê “Fireydûn Sultanî”, xelkê bajarê Tikabê û rûniştiyê bajarê Têhranê, piştî çendîn car gazîkirina bo îdareya îtilaata rêjîmê li bajarê Tikabê û herwisa çendîn car gefxwarina hêzên îtilaata rêjîmê ji wî, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.

Pêka rapora Kurdpayê, hêzên ewlehî, piştî binçavkiirna wî welatiyê Kurd dest bi ser hejmarek ji alavên wî yên kesîn wek mobayl û herwisa maşîna wî ya cura prayd de jî girtine.

Fireydûn Sultanî, berî binçavkirina xwe girte vîdyoyek belav kiribû ku tevî îşarekirin bi gefxwarinên îtilaata rêjîmê, gotibû ku li egera xuynekirina wî, ew ji aliyê îtilaata rêjêmê ve hatiye binçavkirin.

Navbirî ku bavê 2 zarokan e xelkê bajarê Tikabê û rûniştiyê bajarê Têhranê ye û heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.