Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ber bi qonaxeke metirsîdar ve diçe

18:10 - 23 Çirriya paşîn 2024

Lêkolerê berê yê Saziya Netwên Yekgirtî daye zanîn ku bonbesta dîplomatîk li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê dikare bibe sedema êrîşên leşkerî ji aliyê rêjîma Îran an Îsraîlê ve.

“Dêyvîd Albrayt” Lêkolerê berê yê Saziya Netwên Yekgirtî, rewşa niha bi metirsîdear binav kiriye û gotiye: “ bonbesta dîplomatîk li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê dikare bibe sedema êrîşên leşkerî ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê an Îsraîlê û egera vê heye ku rêjîma Îranê êrîşê bike ser Îsraîl û Îsraîl jî bersiva vê bide”.

Herwisa “Dyvîd Albrayt” li derheq bernameya navkî ya rêjîma Îranê de ragihand ku bernameya tejî sir û guman a navkiya rêjîma Îranê li jêr perdeyekê de bi weşartî maye û hewlên navnetewî bo çavdêrî û kontrolkirina kiryarên cihê şik û guman ên rêjîma Îranê, gelek kêm in.

Rêjîma Îranê bi berdewamî hewla xapandin û jirêderxistina hizra giştî bi taybet Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî daye û heta niha jî bersiva peydabûna Oraniyom a bi tîratiya %83.7 nedaye û çalakiyên nihênî bo bidestveanîna çeka navkî bê rawestan, bi hemû şiyana xwe berdewam kiriye.

Rêjîma Îranê, pêbendê yasayên navnetewî nîne û hekî çeka navkî bi dest ve bîne, dê bibe gef li ser hemû mirovahiyê.