Piştî biryara Şêwreay Hukam li dijî bernameya navkiya rêjîma Îranê, vê rêjîmê ragihandiye ku tevî bikaranîna alavên santrîfiyûj ên pêşkevtî, meyandina Uraniyomê lezgîntir û zêdetir dike.
Piştî biryara roja Pêncşemî 1ê Sermawezê ya Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî û şermezarkirina rêjîma Îranê bi sedema hevkarînekirin digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, rêjîma Îranê ragihandiye ku tevî bikaranîna santrîfiyûjên pêşkevtî, meyandina Uraniyomê lezgîntir û zêdetir dike.
Biryarnameya tobîxkirina rêjîma Îranê bi 19 dengên “Erê”, 12 dengên “Bêalî” û 3 dengên “Ne” hate erêkirin.
Şêwreya Hukam tevî şermezarkirina kiryarên rêjîma Îranê li berfirehtirkirtina bernameya navkî, daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku bi lezgînî hevkariya hewce digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî bike û daxwaz ji birêveberê Giştî yê vê Ajansê kir ku raporeke hûr û giştî li derheq Îranê de berhev bike.
Pêka raporên belavbûyî, rêjîma Îranê, tevî ku heta niha meyandina Uraniyûmê nesekinandiye, bilî alavên santrîfiyûj ên cura “IR6” dê santrîfiyûjên “IR8” û yên pêşkevtîtir bo meyandina zêdetir bi tîratiya zêdetir bi kar bîne.
Rêjîma Îranê heta niha jî bi serastî, bersiva peydabûna Uraniyom a bi tîratiya %83.7 li binkeya neragihandî ya navkî de nedaye û lêkolîna Ajansê jî sînordar kiriye.