Tevê qutbûna lipeyhev a berqê li Îranê, rêjîma Îranê bi cihê kêmkirina nirxa berqê, ew pi pêka rêjeya bikaranîn ji 38 heta %83 bilindtir kiriye, xelkê Îranê roj bi roj rastî bilindbûna nirxa hewcehiyan tên.
Ebdulemîr Yaqûtî, birêveberê Giştî yê wize û bikarhênerên şirketa Tewanîr a berqa Îranê daye zanîn ku bilindbûna nirxa berqê ji heyva Xezlwerê ve li navbera 38 heta %83 bilindtir bûye û pêka rêjeya bikaranîn a berqê, ew nirx diguhere.
Bilindtirkirina nirxa berqê li halekê de ye ku dahata xelkê Îranê daketiye û bi sedema nebûna gaz û şewata hewce, berhemanîn li gelek ji yekeyên berhemanînê de sekiniye û hekî beşek ji karê berhemanîn bi wizeya berqê jî tê kirin bi sedema bilindbûna %83 a berqê, êdî şiyana dabînkirina vê zêdexwaziya rêjîmê nînin û gelek ji wan neçar in karê xwe bisekinînin an bi yekcarî biguherin.
Nirxa berqê li Îranê ji destpêka heyva Xezelwerê ve guherî ye û ji vê heyvê ve dirafeke zêdetir ji xelkê tê standin, rêjîma Îranêî hewlê dide ku bi her awayekê be xelkê Îranê zêdetir talan bike.