Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li heyama salekê de 2 kadrên dermanî hatine kuştin û 13 kadrên drmanî jî birîndar bûne

11:19 - 24 Çirriya paşîn 2024

Ji destpêka demsala payîza sala 1402 heta dawiya hevva Xezelwera Îsal, 2 kadrên dermanî hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.

Pêka rapora rojnameya “Hem Mîhen” a ser bi rêjîma Îranê, ji destpêka demsala payîza sala 1402 a Rojî ve heta dawiya heyva Xezelera Îsal, 2 kadrên dermanî hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne û perestar, kadrên dermanî û pizîşk li Îranê, ti ewlehiyeke karî û canî nînin.

Tevî tundûtîjiyên rasterast ên hêzên ewlehî û serkutker ên rêjîmê, li kuştin, binçavkirin û azardana pizîşk, peresdar û kardên dermanî, rêjîma Îranê ti girîngiyek bi jiyan û ewlehiya canî ya wan nade.

Li halekê de ku wezareta Tendirustî ya rêjîmê ti amarek ji lêdan û kutan, birîndarkirin û azardana pizîşk û kadrên din ên dermanî belav nake, bi tenê beşek ji wan tundûtîjiyan li ragihandinan de belav dibe.

Li 21ê Xezelwera îsal, Dr. Mesûd Davûdî ji aliyê kesekî ve bi derba çeqû û gulleyan, bi awayekî hovane hate kuştin û gefa kuştin li 5 kadrên dermaniyên din jî hate xwarin.

Ji aliyê din ve li xwenîşandanan û kombûnên nerizaytiyê de jî kadrên dermanî rastî kutan, binçavkirin û îşkencekirin ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve tên.