Pêka amarên rêjîma Îranê zêdetir ji %25 a mamostayên zanîngehan jî Îranê derkevtine û pêka amareke din ya rêjîmê li heyama 3 salên derbasbûyî de 10 heta 12 hezar pizîşk ji Îranê derkevtine.
Tundûtîjî, kuştin, îşkencekirin, azardana hundirî ya mamostayên zanîngehan û pizîşkan ji aliyê rêjîma Îranê bi qasekî zêde ye ku rêjîmê bi xwe bi belavkirina amarekê daye zanîn ku zêdetir ji %25 a mamostayên zanîngehan ji Îranê derkevtine û herwisa li heyama 3 salên derbasbûyî de jî zêdetir ji 12 hezar pizîşk ji Îranê derketine.
Rêjîma Îranê bi gefxwarin li mamostayên zanîngehan û herwisa pizîşkan, cihgîrkirina xwendevanên xwendingehên olî yên wek fêyzîyeya qum bi cihî mamsostayên zanîngehan û derxistina wan ji kar û nebûna ewlehiya canî û karî, neçar bi revîn ji Îranê dibin.
Bi sedema wan kiryarên hovane yên rêjîmê, niha tevî daketina asta zanîstî ya zanîngehan, li nexweşxaneyan de jî pirsgirêka gelek dijwar a kîmbûna pizîşk û kadrên derrmanî heye.
Li xwenîşandanên nerizayetî yên 3 salên derbasbûyî de zêdetirîn givaş li ser mamostayên zanîngehan xwendekaran, pizîşk û kadrên dermanî bûye û hejmarek ji wan bi awayê rasterast ji aliyê rêjîmê an li jêr navê xwekujî an berbûn ji bilindahiyê hatine kuştin.