Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya bidarvekirinan li Îranê de zêdetir dibe

10:51 - 25 Çirriya paşîn 2024

3 kes li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê û herwisa çend girtiyên din li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Îsfehan, Kirmaşan û Cîroft”ê de hatine bidarvekirin.

Roja Yekşemî 4ê Sermawezê, 2 girtiyên bi navên “Husên Sûrî ê xelkê bajarê Toysirkanê ser bi parêzgeha Hemedanê û Muslim Ceiferî xelkê Nûrabadê ser bi parêzgeha Luristanê”, û herwisa kesekî xelkê Efxanistanê ku nasnameya wî nehatiye zanîn, li girtîgeha Qizilhisara rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de girtiyek bi navê “Nadir Xenîzade” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê û jinek 36 salî a bi navê “Ferîba Melekî Şîrawend” a xelkê bajarê Çiginî ser bi parêzgeha Luristanê, li girtîgeha “Parsîlon” a rêjîmê li bajarê Xuremabadê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.

Herwisa li heftiya derbasbûyî de jî çendîn kes li girtîgehên rêjîmê li seranserê Îranê de hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bi awayê nêwincî, rojane 5 kesan li girtîgehên xwe li seranserê Îranê de bidar diveke.

Bidarvekirin, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkî, ji aliyê rêjîma Îranê ve tê bikaranîn.