Semînareke Hizba Dêmokrat a Kurdiastana Îranê bi beşdariya hejmarek parlemantar û siyasetvanên Ustraliya li Parlena wî welatî de bi rê ve ço.
Roja Pêncşemî 1ê Sermawezê, beranber 21 November 2014, semînareke taybet li ser pirsa Kurd li Îranê, li Parlema Ustraliyayê de bi rê ve çon, li wê semînarê de ku ji aliyê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Lobiya Kurd li Usraliyayê hatibû rêlkxistinkirinê, hejmarek Paremantar, Senator û siyasetvanên Ustraliyayê tevî beşdarîkirinê, gotar jî pêşkêş kirin.
Li destpêka semînarê de Xatûn “Jîna Lînoks” bi nûneratiya lobiya kurd li Ustraliyayê, baseke giştî li ser pirsa siyasî û rewşa ewlehiya Kurd li Kurdistanê û siyasetên dewletên desthilatdar bi ser qedera Kurd li hemû beşên Kurdistanê, pîşkêş kir.
Bawe Rizayî Berpirsê Komîteya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Adêlaydê, duyemîn kesê vê semînarê bû ku bas ji vekirina karnameya terorîstî ya sapah pasdaran li Kurdistan, Îran, dever û cîhanê kir û pêdegirî bi ser hewcehiya bi terorîstnaskirina spaha pasdaran ji aliyê hemû welatên azad û demokratîk kir ku yek ji wan Ustraliyaye.
Li beşke din a vê semînarê de girte vidyoya axaftina rêzdar “Xalid Ezîzî” berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê hate pêşkêşkirin. Rêzdar Xalid Ezîzî li destpêka axaftina xwe de îşare bi rewşa şer û necihgîrbûna aramiya devera Rojhilata Navîn û rol û karlêkeriya rêjîma Îranê li hemû kirîzên siyasî û ewlehiyên deverê û berfirehtirkirina terorîzma navnetewî kir û piştre li awireke rexnegirane de li derheq siyaseta civaka cîhanî li hember komara Îslamiya Îranê li heyamên derbasbûyî de rohnkirin da û got ku hekî welat û civaka cîhanî li dema xwe de di cihê lihevkirin û nermînîşandan digel Komara Îslamî li hember siyasetên derstdirêjker û kirîzçêkerên rêjîmê li welatên deverê û piştevanîkirina vê rêjîmê li terorîzma navnetewî, helwîst û berteka hewce û bersiva wan heba û lêpirsîn jê hatiba kirin, niha rêjîma Îranê nedikarî bi vê şêwazê devera Rojhilta Navîn tûşî agirê şer û rikeberiyên bi xwîn û aloziya siyasî bike.
Berdevkê Hizba Dêmokrat li beşeke din a axaftinên xwe de bi îşarekirin bi tev kirîzên siyasî yên navxweyê Îranê ji aliyê desthilatdarên rêjîmê û yek ji wan serkuta mafên netewan e, bas ji bername û siyasetên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir. Xalid Ezîzî li vê para axaftina xwe de ragihand ku Hizba Dêmokrat li ser vê bawerê ye ku çareseriya pirsa Kurd û netewên din li Îranê û herwisa nehiştina cudatîdanîn û kirîzên li wî welatî, dêmokrasî ye. Ew dêmokrasiya jî demek cihgîr dibe ku sîstema siyasî li paşeroja Îranê li ser bingeha hevparî û beşdariya netewan û hemû curbicuriyên wî welatî bê avakirin. Herwisa yasya bineretî ya Îranê tevî îtirafkirin bi rastiyên civaka Îranê û curbicuriyên vê, maf û azadiyên hemû pêkhateyên wî welatî dabîn bike û rengvedana dêmokrasiya lihevkirî li ser binyatên demokratîk bo hevpariya siyasî ya hemû curbicuriyan li Îranê de be.
Li beşeke din a vê semînarê de “Selah Pûresed”, berpirsê Komîteya Hizba Dêmokrat li Ustraliyayê basek bo rohnkirina rewşa aloz a penaberên Kurd ên Îranê û dijberên siyasetên rêjîma Îranê bi taybet li Başûrê Kurdistanê kir ku li heyama salên derbasbûyî de çendîn caran kevtine ber êrîşên mûşekî yên rêjîmê û dehan kes şehîd û birîndar bûne. Piştî axaftinên wî, xatûn “Ronak Rad” a ednadama Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê gotarek li ser rewşa aloz a jinên Kurd û Îranê û herwisa binpêkirina mafên wan ji aliyê rêjîma Îslamniya Îranê pêşkêşî beşdarbûyên semînarê kir.
Li beşeke din a vê semînarê de “Giraham Pêrît” ê Nûnerê Parlemana Federal, bas ji siyaseta dewleta Ustraliya li hember Komara Îslamiya Îranê kir û got ku li 2 salên derbasbûyî de 200 endamên spaha pasdaran û birêveberên dadgehên înqilab ên rêjîmê ji aliyê welatê wî ve li lîstê terorîstan zêde kirine û li vê derheqê de pêngavên zêdetir jî dê hilgirin û givaşên me bo ser Komara Îslamiya Îranê dê hêj zêdetir bibe”.
Li beşa din a Semînarê, Senator “Pol Skar” li axaftinên xwe de ragihand ku spaha pasdaran, hêzeke terorîstî ye û hewce ye ku li lîstê rêkjxiravên terorîstî, bê zêdekirin û em jî hewla xwe didin ku vê armancê bigihînin encamê.
Heyeta Hizba Dêmokrat piştî bi dawîhatina semînarê û piştî nîvro, kombûnek digel “Tîm Witat” ê cihgirê Wezîrê Derve ya Ustraliyayê û 2 şêwirkarê wezareta Derve li karûbarên Îran, Îraq, Sûriye û nîvdorgeya Balkan, kombûnek lidar xistin. Li vê kombûnê de bas û mijarên hûrtir li ser rewşa siyasiya rêjîma Îranê û xelk û civaka Îranê û bandora piştevanîkirina derve li tevgerê û nerizayetiyên siyasî yên navxweyî Îranê hate kirin.