Pêka amarên rêjîmê, li Îranê de 160 hezar pizîşkên giştî hene lê bi sedema nebûna ewlehiya kar û herwisa daketina dahatê û givaşên hêzên ewlehî yên rêjîêmê, hezaran ke ji wan dest ji kar berdane.
Cihgirê wezîrê tendirustî yê rêjîma Îranê yê bi navê “Elîriza Reîsî” gotiye ku li Îranê de 160 hezar pişîşkên giştî hene ku bi sedema nebûna rêkxistina bi wec li beşa dermanî, cutatiya li navbera hiqûq û heqdestan digel enfalsiyonê û kêmbûna dahata pizîşkan bo dabînkirina xercên xwe, bûye sedem ku hejmareke zêde ji wan dest ji karê xwe berdin.
Li rastiyê de tevî hemû astengiyan, pişîk û kardên dermanî karên xwe berdewam dikin lê bi sedema nebûna ewlehiya kar û herwisa givaşên dezgehên ewlehî yên rêjîmê li ser wan û herwisa bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê, daketina dahat, westiyana zêde, karê zoremilî û neşiyana rêjîmê bo çareseriya pirsgirêkên wan, bûne sedem ku hezaran pizîşk dest ji kar berdin.
Herwisa û li vê derheqê de niha zêdetir ji 150 hezar perestar û kardên dermanê li Îranê bi wan cure sedeman dest ji karê xwe berdane.
Herwisa navbirî pêştir jî gotibû ku renge heta 7-8 salên din êdî ti pizîşkek li Îranê de nemûne.
Li halekê de ku hêla hejarî li Îranê gihîştiye 37 milyon Tumenan, dahata beşa herî zêde ya nêzîk bi tevav a peresdaran tevî zêdekariyê, li jêr 15 milyon tumenî de ye.