Şandeke serkirdayetî ya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê rêzdar Mistefa Hicrî, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve pêşewazî jê hate kirin.
Roja Yekşemî 4ê Sermaweza 1403 a Rojî, şandeke serkirdayetî ya Partiya Sosyalîs a Kurdistanê bi serperestiya rêzda “Bayram Bozyel” ê serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, serdana Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê kir ku ji aliyê heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranbê ve bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hizcrî”, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ve hate pêşewazîkirin.
Şanda her du aliyan bi hilsengandina rewşa tejî kirîz a Rojhilata Navîn û pirskirêkên pêywendîdar bi wî şerî û rikeberiyan, rohnkirin li ser rewşa Kurd li her yek ji welatên deverê dan û herwisa pêdagirî li ser hevkariya li navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê kirin ku bikarin bi vê yekê li vê qonaxa nû de xizmet bi pêşxistina doza berheq ya netewa Kurd li her beşeke Kurdistanê de bo bidestveanîna mafên wan bikin.