Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li kuştina xaxamê Îsraîlî li Îmaratê de rol hebûye

12:09 - 26 Çirriya paşîn 2024

Polîsê Îmaratê, 3 kes ên xelkê Ozbekistanê li derheq kuştina xaxmaekî Îsraîlî li Îmaratê de binçav kirin û pêka raporan, ew bi kirêgirtiyên rêjîma Îranê bûne, lê rêjîma Îranê vê yekê red dike.

Piştî peydabûna termê “Zûyî Kogan” ê Xaxamê Îslaîlî li Îmaratê, 3 kesên xelkê Ozbekistanê yên bi navê “Alimbî Tahirovîç , Mehmûdcan Ebdulrehîm û Ezîzbeg Kamîlovîç” li vê derheqê de hatine binçavkirin, pêştir jî Îsraîlê ragihandibû ku rêjîma Îranê li kuştina wî xaxamî de rol heye.

Wezareta Derve ya Îmaratê tevî belavkirina navê wan 3 kesan daye zanîn ku lêkolînên destpêkî hêj bi dawî nehatine û ew 3 kesane bo lêkolînên zêdetir dê bo dadstaniya giştî ya Îmaratê bêne şandin.

Xelkê Ozbekistanê û çeteyên tawankar ên navnetewî ji aliyê rêjîma Îranê ve bo cîbicîkirina fitneyan û kiryarên terorîstî, têne bikaranîn û pêka gotina Îsraîl, rêjîma Îranê bi rêya wan 3 kesan, ew xaxamê îsraîlî kuştiye.

“Zoyî Kogan” ê temen 28 salî li roja Pêncşemiya derbasbûyî, li Îmaratê de bêserûşûn bibû, navbirî firoşgehek li îmaratê de bi rê ve dibir.

Rêjîma Îranê pêwendiya xwe bi wan kesan re înkar dike.