Tevî hemû îdiayên rêjîmê, wezîrê pêştir ê îtilaata rêjîmê îtiraf kir ku li derheq kuştina 4 zanayên navkî yên rêjîmê ti zayariyek li ber dest nînin û hêj bikujên Muhsin fexrîzade nehatine peydakirin û li birina belgeyên navkî, ti zanyariyek li ber dest nînin.
Tevî hemû îdiayên rêjîmê bo peydakirina bikujên 4 zanayên navkî yên rîjîma îranê û girtina zêdetir ji 13 kesan û belavkirina îtirafên bi zorê ya çend kesan, “Muhsin Elewî”, wezîrê îtilaata a kabîneya Hesen Rohanî, îtiraf kir ku ti zanyariyek li derheq bikuj û herwisa şêwaza kuştina wan zanayên navkî li ber berdest nîne û hêj bikujên Muhsin fexrîzade nehatine naskirin û li birina belgeyên navkî de jî ti zanyariyek li ber dest nînin.
Rêjîma Îranê bi tohmeta kuştina 4 zanayên navkî yên rêjîmê ên bi navên”Elî Mihemdî, Şehriyarî, Rizayînijad û Ehmedîroşen”, “Mecîd Cemalî Feşî” yê xwdiyê xelata bironz a cihaniya ya kîkboksîng li cîhanê, bi tohmeta kuştina Elî Mihemedî, bidar vekir., li sala 1391 a rojî de li beranmeyeke dengûrengê Îranê îtirafa bi zorê ya 13 kesan hate belavkirin ku îtiraf dikirn li Îsraîlê de perwerdeya terorkirin û bikaranîna madên teqînê dîtine û bo kuştina zanayên navkî yên rêjîmê, vegeriyane Îranê.
Mehekê berî niha jî rêjîmê bi sûçê dest hebûna li kûştina Fexrîzade de sizayê bidarvekirinê bi ser 4 kesan de sepand.