Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên Hizbullah li devera Zahiye, careke din bûne armnanca êrîşên Îsraîl

12:14 - 26 Çirriya paşîn 2024

Tevî hewldanên Îsraîl û Lubnanê bo sekinandina şer, êrîşên giran ên Îsraîl bo ser Hizbullahê tundrir bûne û zêdetir ji 10 binkeyên leşkerî yên Hizbullahê li taxa Zahiye ya bajarê Beyrûtê, bûne armanca êrîşên Îsraîl.

Pêka dawî raporên belavbûyî, li demjimêrên şeva Dûşemî 5ê Sermawezê, zêdetir ji 12 binkeyên leşkerî yên Hizbullayê li taxa Zahiye li bajarê Beyrûtê de ji aliyê Hêza Esmaniya Îsraîl ve hatine teqandin, ew êrîş li halekê de ne ku Amerîka, Îsraîl û Lubnan, hewla sekinandina şer û cihgîrkirina aramiyê li deverê de didin.

Herwisa Hêza Esmaniya Îsraîl binkeyên stada zanyarî û yekeya 4400 a Hizbullahê ku berpirsê veguhastina cebilxanê ji Îranê ve bo Lubnanê ye, bûye armanc û ji nav çone.

Herwisa yekeya mûşekî ya taybet bi bejayî-deryayî ya Hizbullahê li vê êrîşê de ji nav çoye.

Îsraîl û Lubnan hewlê didin ku li demek kin de hêzên Hizbullaê heta pişt çemê Lîtanî paşve bikêşin û hêzên artêşa Lubnanê li başûrê Lubnanê de cihgîr bikin û rêgirî ji çekdarkirina dubare ya Hizbullahê bikin, lê heta niha şer her bi dijwarî berdewam e.