Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku li danûstandinên bê yên li navbera Toîkaya Ewropayê û rêjîma Îranê de beşdar nabe û daxwaza hevkariya lezgîn a rêjîma Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî kir.
“Metiyo Mîlêr” Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka li danûstandina navkî ya li Navbera Troîkaya Ewropa û rêjîma Îranê ku biryar e li roja Înê, 9ê Sermawezê bi rê ve here, beşdariyê nake.
Herwisa Metiyo Mîlêr, daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku bi lezgînî, hevakirê digel Ajansa navnetewî ya Wizeya Navkî bike.
Birîtaniya û rêjîma Îranê dane zanîn ku li 9ê Sermawezê, li bajarê “Jinêv”ê de danûstandinên navkî linavbera cihgirên Wezîrên Derve yên Birîtaniya, Feranse, Alman û rêjîma Îranê, dê bi rê ve here û “Inrîkê Mora” ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Mecîd Textêrewnçî ji aliyê rêjîma Îranê, dê beşdarî vê danûstandinê bibin.
Piştî biryara Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, rêjîma Îranê ragihand ku meyandina Oraniyomê gelek lezgîntir dike, vê yêkê jî civatgeha cîhanî nîgeran kiriye ku bi heçî curê çêbe dixwazin pêşya meyandina Oraniyoma zêdetir a rêjîma Îranê bigrin daku karîbin pêşya destpêregeheştina vê rêjîmê bi çeka navokî bigrin.