Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nêzî 7 hezar kesan li sala 1402 li Îranê de xwe kuştine

12:19 - 26 Çirriya paşîn 2024

Pêka amarên ku rêjîma Îranê belav kirine, rêjeya xwekujî li Îranê de gelek zêde bûye û herwisa xwekujiya zarokan jî gelek zêde bûye.

Pêka amarên rêjîmê, nêzî 7 hezar kesan li sala derbasbûyî li seranserê Îranê de xwe kuştine û pêka heşîmeta Îranê, ji 100 hezar kesî, 8 kesan xwe kuştine, ew amar li sala pêştir, 7 kes li 100 hezar kesî de bû û vê pêkê rêjeya xwekujî zêdetir bûye.

Herwisa pêka wan amaran, li heyama 5 salên derbasbûyî de zêdetir ji 196 zarokan li Îranê de xwe kuştine.

Amara hewla xwekujî jî gelek zêde ye û ji her 100 hezar kesî, 133 kesan hewla xwekujiyê daye. Bajarên Têhran, Îsfehan û Hemedanê, zêdetirîn amara tomarkirî li vê derheqê de li Îranê de hebûne.

Rêjîma Îranê hinek caran kuştina ciwanan bi xwekujî belav kiriye ku bikare kiryarên xwe yên hovane pê perdepoş bike.