Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 14 kes bidar vekirine

12:20 - 26 Çirriya paşîn 2024

Rêjîma Îranê li çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 14 kes bidar vekirine û sizaya bidarvekirinê ser 7 kesan ku 2 ji wan siyasî ne, sepandiye.

Pêka raporên mafê mirovî, bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirin li Îranê de lezgîntir û zêdetir bûye û li çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 14 kes bidar vekirine û sizaya bidarvekirinê ser 7 kesan, sepandiye ku 2 ji wan bi tohmetên siyasî bûne.

Pêka dawî amran, kesek ê bi navê Nadir Xenîzade û kesekî din li girtîgeha rêjîmê li bajarê Cîroftê de hatine bidarvekirin,  “Husên Sûrî û Muslim Ceiferî” û kesekî xelkê Efxanistanê ku nasnameya wî nehatiye zanîn li girtîgeha Qizlhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin

Rêjîma Îranê “Mecîd Taliban û Murteza Danişwend” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de bidar vekirine û li girtîgeha Gunbed Kavûsê de jî “Sefa Husêynî û Sulêyman Wezîrî” yên Belûç, hatine bidarvekirin.

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Melayirê de jî “Erselan Hebîbî, Cebar Keyferî û Emîrhusên Rostemî” hatine bidarvekirin.

Rêjîma Îranê li wan çend rojan de bi tohmetên siyasî, sizaya bidarvekirinê bi ser “Mêhran Hesenzade û Hemîd Ebdullazade” ku li girtêgeha rêjîûmê li bajarê Urmiyê de binçavkirî ne, sepandiye.