Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê tevî erêkirina agirbestê, derbên giran bi Hizbullahê xistin

10:54 - 27 Çirriya paşîn 2024

Li halekê de ku Îsraîlê agirbesta demkî erê kiriye, şeva derbasbûyî li bajarê Beyrûtê de êrîşên giran kirine ser Hizbullahê û tevî kuştina milîsên Hizbullahê tayên damezraveya Qerz el-Hesen li beyrûtê de teqandin.

Artêşa Îsraîl li roja Sêşemî 6ê Sermawezê, li bajarê Beyrûtê de tayên damezraveya Qerz El-Hesen a navenda aboriya Hizbullahê li taxa “Elnuwêyrî” li wî bajarî de teqandin û xisarên giran bi wan milîsan kevtin û balafirên Îsraîlî li êrîşeke lezgîn de 20 binke û enbarên cebilxane û darayiya Huzbullahê kirine armanc û jinav birîne.

Herwisa balafirên Îsraîlê li taxa Zahiye ya bajarê Beyrûtê de jî, zêdetir ji 13 armanc ên wek navendên yekeya esmanî, stada zanyarî, sitadên din, enbarên cebilxane, odeyên operasiyonan, enbarên topxane û bînayên leşkerî yên Hizbullahê, teqandine û herwisa fermandeyê operasiyona deverî ya qiraxavî ya Hizbullahê yê bi navê “Ehmed Subhî Hezîme” jî li wan êrîşan de hatiye kuştin.

Herwisa navenda bajarê “Seyda” bo yekem car piştî destpêkirina şer, ji aliyê Îsraîlê ve bû armanc.

Tevî wan êrîşan û biryara agirbestê, hêzên bejayî yên Îsraîlê jî pêşrewiya xwe li axa Lubnanê de berdewam dikin.

Biryar e îro Çarşemî 7ê Sermawezê, Şer li Lubnanê de bisekine û Îsraîl û Hizbullahê jî ev yek erê kirine.