Malnişînkiriyan, kedkarên pîşeyî, karmendên pîşeyî, perestar û kadrên dermanî li çendîn bajarên Îranê de zêdetir ji 6 kombûnên nerizayetî lidar xistin.
Roja Sêşemî 6ê Sermawezê, Kedkarên pîşeyî li palavtingeha gaza Parsê Cinûb li Eselûyê kombûna nerizayetî lidar xistin û daxwazên wek pêdeçon bi kertbendiya karî û şêwaza heqestan û çendîn mijarên din kirin.
Herwisa mamostayên malnişînkirî li derheq nedana %60 a ji diyariya malnişînkirin û birêveneçona serast a yasaya vekhevkirina hiqûqan, li bajarê Têhranê li rûberûyê bînaya serkomariya rêjîmê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û herwisa li bajarê Yezdê de jî li rûberûyê bînaya saziya bername û bûdceya rêjîmê jî kombûna nerizayetî bi rê ve birin.
Herwisa li bajarê Bicnûrdê de malnişînkiriyên pîşeya neftê bo nîşanda nerizayetiya xwe li hember qutkirina hiqûqê taybet bi xêzan û zarokan û 13 xalên din ên malnişînkirinê ji 15 heyavn berî niha ve, li rûberûyê bînaya sendûqa malnişînkiriyan li wî bajarî de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bjarê Têhranê de jî kedkarên şirketa mêtro ya Têhranê li derheq spartina vê şirketê bi bajarvaniya Têhranê, nerizayetiya xwe dane xuya û li hewşa vê şirketê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa li vê rojê de perestar û kardên dermanî û karmendên navenda tendirustiya rojavayê Ehwazê û nexweşxaneya Razî li derheq pirsgirêkêpn jiyana wan û cudatîdanînan li dana hiqûq û nedana hiqûqên wan, zêdekariya bi zorê û spartina erkên derveyî kar, kombûna nerizayetiyê bi vrê ve birin.