Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya girtîgehê bi ser 2 welatiyên Kurd de sepand

12:05 - 27 Çirriya paşîn 2024

Dadgeha rêjîma Îranê li bajarê Bokanê bi tohmeta “teblîx bi dijî rêjîmê” 3 heyv hewskirin bi ser 2 welatiyên xelkê bajarê Bokanê de sepand.

Taya 101 a dadgeha sizakirin a rêjîmê li bajarê Bokanê, 2 welatiyên Kurd ên bi navê “Idrîs Hacîresûlpûr” ê xelkê bajarê Bokanê û “Hêmin Îbrahîmhemze”, xelkê gundê “Qeregul”ê ser bi bajarê Bokanê, 3 heyv hewskirin bi ser her yek ji wan de sepand.

Biryara dadgeha rêjîmê li roja Sêşemî 6ê Sermawezê bi wan welatiyên Kurd hatiye ragihandin.

Ew 2 welatiyên Kurd ku li 20ê banemera 1403 a rojî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibûne binçavkirin, li roja Şemî, 12ê Cozerdana 1403 a rojî bi danîna barimteyê heta dawîhatina pêregihgîştin bi dosyeya wan ji girtîgeha rêjkîmê li bajarê Bokanê, hatibûn berdanê.

“Idrîs Hacîresûlpûr” birayê şehîd “Mihemed Hacîresûlpûr” e ku li pêvajoya şoreşa jînayê li sala 1401 a rojî de ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hatibû girtin û bi sedema givaşên li dema binşavkirinê li girtîgehên rêjîmê, li heyva sermaweza 1401 a Rojî de li nexweşxaneya “Qulîpûr” a bajarê Bokanê de canê xwe ji dest da û şehîd bû.