Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li Îranê de berfirehtir dibin

12:04 - 28 Çirriya paşîn 2024

Xisarpêketiyên malî, werzêaran, karmendan, perestar û kadrên dermanî, li çendîn bajarên Îranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 7ê Sermawezê, hejmarek ji xisarpêketiyên malî yên şirketa Ezîm Xudro li rûberûyê dadgeha devera 22 a tawanên aborî li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza vergitina maşînan kirin ku 7 sale li benda vê ne û heta niha jî, tî maşînek bi wan nehatiye dan.

Herwisa zêdetir ji 300 xisarpêpketiyên malî yên şirketa Rizayet Xudro li bajarê Qezwînê, daxwaza pêregihîştin bi dosyeya wan û 25 tawankaran kirine.

Li vê rojê de werzêrên bajarê “Qehderîcan”ê ser bi bajarê “Filawercan” li parêzgeha Îsfehanê li derheq pêrenegiştina berpirsên pêywedndîdar bi daxwaziyên wan, kombûna nerizayetiyê li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li bajarê Îsfehaê de lidar xistin.

Li bajarê Têhranê de jî, serayêdar û karmendên xizmetguzarî yên wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê li rûberûyê bînaya saziya bername û bûdceya rêjîmê li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi rewşa jiyan û bi cihanîna sozên berpirsan bo dana hiqûqên paşmayî kirin.

Li bajarê Ehwazê de jî hejmarek ji perestar û kadrên demanî yên nexweşxaneya pisporî ya Ankolojiya Beqayî ya yekeya 2 û nexweşxaneya Taliqanî û navenda tendirustiya Şerq, tevlî kombûnên nerizayetî ya peresdaran li wî bajarî de bûn.