Cebilxaneya rêjîma Îranê ku bo milîsên ser bi vê rêjîmê hatibû şandin, li Sûriyê de hate teqandin û Fermandeyê CENTCOMê ragihand ku ew êrîş li berteka êrîşa milîsên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê ku kiribûne ser binkeya Amerîka, encam daye.
General “Maykîl Korîla”, Fermandeyê Stada Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê, ragihand ku Artêşa Amerîkayê li roja Sêşemiyê enbareke cebilxaneya rêjîma Îranê ku bo milîsên ser bi vê rêjîmê hatibû şandin, li Sûriyê de teqandine û ew êrîş li bersiva êrîşa milîsên ser bi rêjîma Îranê bo ser binkeya Amerîkayê hatiye kirin.
Fermandeyê CENTCOMê ew yeka jî ragihand ku ew êrîş bi armanca kêmkirina şiyana wan milîsên ser bi rêjîma Îranê bo danîna pîlan û birêvebirîna êrîşên bê yên ser hêzên Amerîkayê û hêzên hevpeyman li deverê hatiye kirin û ew beşek ji hewlên Amerîka bo sekinîn li hember gefên wan miîsan li deverê tê hisêb.
Navbirî bi tekezî got: “Her wekî me pêştir jî ragihandibû, em ti êrîşekê bo ser hêzên xwe û hevpeyaman qebûl nakin û pêbendê parastina hêzên xwe û bersivdan bi wan êrîşan in.
Rêjîma Beşar Esed li vê derheqê de ragihand ku teqînên mezin li nêzî bajarê Humsê hatine bihîstin.