Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê îdia dike ku hezaran santrîfiyûjên pêşkevtî yên nû bi kar anîne

12:07 - 28 Çirriya paşîn 2024

Serokê saziya wizeya navkî ya rêjîma Îranê, îdia kiriye ku li berteka biryara Şêwraya Hukam, hezaran alavên santrîfiyûj ên pêşkevtî li binke û navendên navkî de bi kar xistine û lêdana gaza Hêgza florayda Oraniyom bi wan dest pêkiriye.

Roja Çarşemî 7ê Sermawezê, Mihemed Îslamî, serokê saziya wizeya navkî ya rêjîmê ragihandiye ku hezaran alavên santrîfiyûj ên pêşkevtî li binke û navendên navkî de dest bikarê xwe kirine û heta lêdana gaza Hêgza florayda Oraniyom bi wan dest pêkiriye.

Rêjîma Îranê îdia dike ku li berteka biryara Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, alavên nû yên pêşkevtî bi kar anîne, lê li rastiyê de bernameya navkiya rêjîma Îranê bi awayekî perdepoşkirî û dûr ji çavên xelkê cîhanê bi lezgînî bi rê ve diçe û heta niha ti sekinînek li vê bernameyê de nehatiye kirin û rêjîma Îranê bi hemû şiyana xwe hewla bidestveanîna çeka navkî dide.

Pêştir jî hatibû belavkirin ku rêjîma Îranê, santrîfiyûjên pêşkevtî yên cura “IR6, IR8 û IR10” bi kar tîne û şiyana meyandina Oraniyomê bi wan alavan gelek lezgîntir e.

Rêjîma Îranê 184 kîlo Oraniyoma bi tîratiya %60 heye û bo berhemanîna her bombeke navkî hewcehî bi 40 kîlo Oraniyoma meyandî ya bi tîratiya %60 heta %90 heye.