Wezîrên Derve yên girûpa G7 anku 7 welatên bihêze abûrî li cîhanê, bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar, êrîşên mûşekî yên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê bo ser Îsraîl û kiryarên din ên alozker ên rêjîma Îranê, bi tundî şermezar kirin.
Li vê daxuyaniyê de Girûpa G7 ragihandiye: em bi tekeziyeke dubare bo şermezarkirina tund a êrîşên mûşekî yên rêjîma Îranê li dijî îsraîl, vê kiryarê bi gefek micid bo ser aramiya deverê dizanin”.
Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye: Em kiryarên berdewam ên milîsên ser bi rêjîmê yên wek Hemas, Hizbullah û Hûsiyan û milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraq û Sûriyê de bi tundî şermezar dikin.
Girûpa G7 ragihand: “ Em tekeziyê li ser destpêregihîştina rêjîma Îranên bi çeka navkî dikin, Divê çalakiyên navkî bêne sekinandin û bi lezgînî digel ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî hevkariya teva bike û çalakiyên xwe yên navkî, berwajî bike û pêbendê biryarnameya 2231 a Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî be.
Herwisa Girûpa G7, nigeraniya xwe li derheq binpêkirina mafê jinan û keçan û kêmîneyan li Îranê da nîşan da, û azardan û îşkencekirina xelkê û binçavkirina kesên dunasnameyî û biyanî û şandina cebilxane bo Rûsiyê û alîkarîdan bi şerê Rûsiyê digel Ukraynê bi tundî şermezar kirin û daxwaza sekînîna lezgîn a wan kiryarên rêjîmê kirine.