Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Parlemana Ewropayê daxwaza sekinîn li hember serkuta jinan li Îranê de kirin

12:11 - 28 Çirriya paşîn 2024

Hejamrek ji nûnerên Parlemana Ewropayê bi pêşkêşkirina reşnivîsekê, daxwaza lezgîn a sekinîn li hember yasayên cudatîdanîn û serkutkirina sîstematîk a jinan li Îranê de kirin.

Roja Çarşemî 7ê Sermawezê, hejmarek ji nûnerên Parlemana Ewropayê bi pêşkêşkirina reşnivîsekê bo Parlemana Ewropayê, daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kirine ku bi lezgînî li hember yasaên cudatîdaner û serkuta zêdebûyî û sîstematîk a jinan li Îranê de bisekine.

Herwisa li vê reşnivîsê de tekezî li ser nehîştina hicaba bi zorê, azadiya girtiyên siyasî û tehrîmkirina spaha pasdaran a terorîst kirine û herwisa daxwaz ji welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê kirine ku bo hêsankarî li dana wîzayên mirovperewerane bi taybet bo jinan û keçên ku hewcehî bi derketin ji Îranê hene, piştevaniyê bikin.

Roj bi roj rêjeya bidarvekirin, binçavkirin, îşkencekirinên hovane, sepandina sizayên giran û tundûtîjî ji aliyê rêjîma Îranê ve zêdetir dibin û rola bingehîn li encamdana wan kiryarên hovane, hêzên îtilaata rêjîmê bi taybet îtilaata spaha pasdaran a terorîst e.