Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizaya girtîgehê bi ser 3 welatiyên Kurd de sepand

11:54 - 4 Çirriya paşîn 2024

Dadgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê, sizaya girtîgehê bi ser 3 welatiyên Kurd ên xelkê gundên “Kanî sorik û Babxalawê” ser bi bajarê Şinoyê de sepand.

Pêka rapora Kurdpayê dadgeha rêjîma Îranê li bajarê Şinoyê de bi ser “Diyako Ezîzî” ê xelkê gundê Babxalawê” û “Luqman Zengî û Siyamend Zengî” yên xelkê gundê “Kanî Sorik”ê ser bi bajarê Şinoyê de her yek ji wan 16 heyv girtîgeh sepand.

Pêka rapora Kurdpayê, rêjîma Îranê tohmeta “pêwendîgirtin û hevkarîkirin digel Hizbeke Kurdistanî ya dijberî rêjîma Îranê” bi wan welatiyan daye û bi ser her yek ji wan de 16 hev girtigeh sepandiye.

Ew welatiyên Kurd li heyva Xermananan îsla de bê belgeya yasayî ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve bi tundûtîjî, li malên wan de hatibûne binçavkirin.

Roja Sîşemî 14ê rezberê “Luqman Zengî” bi danîna barimteya milyardek û 200 milyon Tumenî ji girtîûgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê de bi awayê demkî hatiye azadkirin.

Herwisa li 4ê Rezbera îsal, “Siyamend Zengî” bi danîna barimteya yek milyard Tumenî bi awayê demkî ji girtîgeha rêjîmê li bajarê Şinoyê hate azadkirin.

Sepandina wan sizayan li 8ê Xezelwerê de bi fermî bi wan welatiyên Kurd hatiye ragihandin.