Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirbesta li navbera Îsraîl û Hizbullahê, şikesta mezin a rêjîma Îranê ye

12:12 - 28 Çirriya paşîn 2024

Piştî ragihandina agirbesta li navbera Îsraîl û Hizbullahê û destpêkirina xalên vê agirbestê, hejmareke zêde ji xelkê Lubnanê vedigerîn bajarên xwe û hizbullah wek hêza bingehîn a milîsên rêjîma Îranê teslîm bû.

Piştî agirbesta li navbera Îsraîl û Hizbullha Lubnanê, hêzên artêşa Libnanê xwe bo cihgîrbûn li Başûrê çemê Lîtanê û herwisa başûrê Lubnanê amadekariyên xwe dest pêkirine û hêzên hizbullahê bo bakûrê çemê Lîtanî paşvedikêşin û welatên Ewropayî û Amerîkayê piştevanî ji vê biryarê kirin.

Rêjîma Îranê bo çewtekarî û perdepoşkirina şikesta xwe, vê agirbestê bi serkevtin binav dike, ew li halekê de ye ku rêjîma Îranê hêza bingehîn a milîsên xwe anku Hizbullah ji dest da û hemû bernameyên vê rêjîmê tevî xerckirina sedan milyard Dolar ji dahata xelkê Îranê, rastî şikestê hat û Hizbullah tevî çekkirin, para herî zêde ya şiyana xwe ji dest da.

Li halekê de ku deverên li jêr kontrola Hizbullahê êdî hatine kawilkirin lê dîsan xelkê wan bajaran vedigerîn bajarên xwe.

Binyamîn Netanyaho ragihandiye ku bi aramkirina rewşê li Lubnanê, Îsraîl dê zêdetir mijûlê sekinîn li hember şerxwazî, fitne û pîlanên rêjîma Îranê bibe.

Daniyêl Hagarî, berdevkê Artîşa Îsraîl li vê derheqê de ragihand ku Hizbullah projeyeke rêjîma Îranê bû û Elî Xamineyî ev ji dest da.

Artêşa Îsraîl, piraniya şiyana malî, leşkerî, fermandehî û birêveberiya Hizbullahê ji nav biriye û niha Hizbullah bi neçarî ew girêbest wajo kiriye û teslîmê Îsraîlê bû.