Komîteya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî li derheq malbatên şehîdan, birîndar û derbepêketiyên sala 1401 a Rojî li şoreşa “Jîna”yê de ragihandiye ku wan hewcehî bi dadperwerî û ratiyê hene.
Komîteya serbixwe ya Peydakirina Rastiyan a Saziya Netewên Yekgirtî bi belavkirina raporekê daye zanîn ku malbatên canjidstdayiyan û derbepêketiyên serkuta tundûtîj a tevgera “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê rêjîma Îranê, hevcehiya lezgîn bi destpêregihîştin bi rastiyê, dadperwerî û bersivdana berpirsên rêjîmê li derheq binpêkirina mafên mirovî û cinayet li dijî mirovahiyê hene.
Komîteya ser bi Saziya Netewên Yekgirtî, piştî lêkolîn û hevpeyvîn digel malbatên şehîdên tevgera “Jin Jiyan azadî” û herwisa birîndar û derbepêketiyên li pêvajoya vê tevgerê, ev rapor belav kiriye.
Rêjîma Îranê li serkutkirina hovaneya tevgera Jin Jiyan azadî”yê de tevî teqeya rasterast bi gulleyên şer bi çekên sivîk û nîvesivik li ser şeqaman bû sedema şehîdbûna hejmareke zêde ji jin zarok û kur û keçan li Îranê û herwisa îşkencekarên rêjîma Îranê, li dema binşavkirin û veguhastina xelkê bo girtîgehan û odeyên îşkencekirinê de hovanetirîn reftar heta destdirêjî û azardana zayendî kirine ser wan û li jêr îşkenceyan de kuştine û avêtine nav şeqaman an bê serûşûn kirine.