Rêjîma Îranê bi awayê nêvincî, her rojê 5 kesan bidar diveke û sepandina sizaya bidarvekirinê û herwisa rêjeya bidarvekirinan li Îranê, zêdetir dibe û rêjîma Îranê vê yekê wek alaveke serkutkirina xelkê bi kar tîne.
Pêka dawî amarên belkavbûyî, roja Sêşemî 6ê Sermawezê, Cehangîr(Muslim) Rehîmî xelkê bajarê Seqizê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Seqizê de hate bidarvekirin û “Şîrelî Terkeşbend” ê xelkê bajarê Sehnê li girtîgeha lakan a rêjîmê li bajarê Reştê, hatiye bidarvekirin.
Herwisa li girtîgeha Qizilhisara rêjîmê li bajarê Kerecê de Riza Şêrzêhî û Hamid Pakdil û 2 kesên din ku nasnameya wan nehatiye zanîn, hatine bidarvekirin û li girtêgehên rêjîmê li Meşhed û Şêrazê de jî 2 kes hatine bidarvekirin.
Li girtîgehên rêjîmê li bajarê Îsfehan, kerec, Gurgan û Sawê de jî 6 kes hatine bidarvekirin.