Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bernameya navkiya rêjîma Îranê mezintirîn gef e

11:34 - 30 Çirriya paşîn 2024

Serokê dezgeha ewlehiya Firansê ragihand ku berfirehtirbûna bernameya navkî ya rêjîma Îranê girîngtirîn gef li heyvên bê de ye û serokê “MI6” a Birîtaniyayê, bernama navkî yên rêjîma Îranê, gefa mezin a ewlehiya cîhanê binav kir.

Roja Înê 9ê Sermawezê, “Nîkolas Lêrnêr” ê serokê dezgeha ewlehiya Derve ya Firansê ragihand ku zêdebûna bernameya navkiya rêjîma Îranê girîngtirîn gef li heyvên bê de ye û tekezî kir ku dezgeha ewlehiya me digel dezgeha ewlehiya Birîtaniya yê, bo pêregihîştin bi vê yekê ku bê şik yek ji girîngtirîn gefên li heyvên bê de ye, hevkariyê dikin.

Herwisa “Rîçard Mor” ê Serokê Saziya Ewlehiya Nihênî ya Birîtaniyayê anku “MI6”ê, zêdexwaziyên navkî yên rêjîma Îranê, gefa mezin a ewlehiya cîhanê binav kir û ragihand: “milîsên ser bi rêjîma Îranê li seranserê Rojhilata Navîn de rastî xisarên gelek giran hatine, lê zêdexwaziyên navkî yên rêjîma Îranê, hêj gefa li ser me hemûyan e.

Herwisa “Rîçard Mor” ragihand ku rêjîma Îranê bi berdewamî li pey jinavbirina dijberan li navxwe û derveyî Îranê ye.

Rêjîma Îranê 6 hezar alav ên santrîfiyûjên nû bo meyandina Oraniyomê li navendên navkî de bi kar xistine