Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî spaha pasdaran a trorîst li Sûriyê de hate kuştin

11:36 - 30 Çirriya paşîn 2024

Fermandeyekî spaha quds a spaha pasdaran a terorîst li dema êrîşa dijberên rêjîma Beşar Esed, li bajarê Helebê de bo ser binkeya spaha quds li wî bajarî de digel dehan pasdarên din hatiye kuştin.

Li êrîşa hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed bo ser hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Fatimiyûn a ser bi spaha pasdaran û binkeya spaha Quds li bajarê Helebê, fermandeyekî spaha quds ê bi navê “Kiyûmers Pûrhaşimî” ku pileya sertîpî hebûye, hatiye kuştin, herwisa hinek çavkaniyan jî îşare bi kuştina vê pasdarê rêjîmê ji aliyê hêza esmaniya Îsraîlê ve kirine ku li êrîşerke esmanî de hatiye kuştin û hinek çavkaniyan jî ragihandine ku ji aliyê hêzên Ehrarulşamê ve hatiye kuştin.

Li êrîşa hêzên dijberî rêjîma Beşar Esed de, binkeyên spaha pasdaran a trorîst û hêzên Fatimiyûn ên ser bi rêjîma Îranê jî kevtine destê hêzên dijberê rêjîma Beşar Esed û hejmarek ji kesên li wan binkeyan de hatine kuştinê, lê ti amareke serast ji kuştina pasdarên rêjîma Îranê û herwisa hêzên Fatimiyûn, nehatiye belavkirin.