Rêjîma Îranê bi sedema binpêkirina eşkere ya mafê mirov bi taybet mafên jinan û keçan li Îranê, ji aliyê Parlemana Ewropayê ve hate şermezarkirin û biryarnameya li dijî vê rêjîmê, hate erêkirin.
Roja 8ê Sermawezê, biryara li dijî rêjîma Îranê li derheq binpêkirina mafê mirov bi taybet mafê jinan, Kêmîneyan û binçavkirinên xoserane, li Parlemana Ewropayê de bi 562 dengên “Erê”, 2 dengên “Ne” û 30 dengên “Bêalî” hate erêkirin, li vê biryarnameyê de daxwaza hilveşandin a hemû yasayên cudatîdanerên rêjîmê, hilveşandina geşta irşad û navendên tepeseriyê ên rêjîmê hatiye kirin.
Herwisa li vê biryarnameyê de Parlemana Ewropayê daxwaz ji Şêwreya Ewropayê kir ku spaha pasdaran, wek rêkxistineke terorîstî nas bike.
Herwisa Parlemana Ewroipayê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku rê bide Komîteya Peydakirina Rastiyan a Şêwreya Mafê Mirov a Saziya Netyewên Yekgirtî û raportêrê taybet ê mafê mirovî, ku bikarin bê ti astengiyek, bo lêkolînan li ser rewşa mafê mirov li Îranê de, serdana Îranê bikin.
Nûnerên parlemana Ewropayê li vê biryarnameyê de binçavkirina “Ahû deryayî” keçe xwendekara ku ji aliyê parastina zanîngehê ve kincên vê hatibûne dirandin û li nexweşxaneya hundirî de razandine, şermezar kir û ew bi îşkence binav kir.