Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Niyûzîlendê 7 kes û 5 sazî û şirketên Îranê xistine nava lîstê dorpêçan

11:39 - 30 Çirriya paşîn 2024

Wezareta Derve ya Niyozîlendê 7 kes û 5 sazî û şirketên Îranê bi sedema rola wan li dabînkirina mûşek û dironan bo Rûsiyê li şerê digel Ukraynê, dorpêç anku tehrîm kirin.

Roja Înê 9ê Sermawezê, Winston Pîtêrz, Wezîrê Derve yê Niyûzîlendê, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 7 kes û 5 sazî û şirketên Îranê bi sedema rola wan li dabînkirin û hinartina mûşek û dironan bo Rûsiyê li şerê digel Ukraynê, li lîstê dorpêçan zêde kirin.

Navbirî ragihandiye ku welatê wî, ji heyva Adar a sala 2022 ve heta niha zêdetir ji hezar û 700 kes û navendên pêywendîdar bi Rûsiye û Îranê digel hejmarek ji karên ticarî, siza kirine.

Li lîstê dorpêça nû de navê, Elî Ceiferabadî yê fermandeyê hewa-feza ya spaha pasdaran a terorîst, Hemîdriza Şerîfiyê Têhranî yê birêveberê şirketa pîşeya esmanî ya Quds, Mihemedriza Mihemedî, Sadiq Hêyderîmûsa û Muhsin Esedî, yên endamên birêveberiya şirketa Perawerê Pars û herwisa pasdar Hemze Qelenderî yê cihgirê karûbarên navnetewî ya wezareta berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên rêjîmê ku pileya sertîp2 heye, têne dîtin.