Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê sizayê bidarvekirinê bi ser ciwanekî xelkê bajarê Urmiyê de sepand

11:40 - 30 Çirriya paşîn 2024

Welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê ku li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibû binçavkirin, ji aliyê rêjîma Îranê ve bi tohmeta kuştina besîcekî vê rêjîmê, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Pêka rapora “Hengaw”ê, “Mêhrab Ebdulazade” yê temen 26 salî, xelkê bajarê Urmiyê ku li pêvajoya şorişa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên Îtilaata rêjîmê ve hatibû revandin û çendîn heyvan li jêr îşkence û lêpirsînan de bûye, li taya 1 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Urmiyê de bi dadweriya “Necefzade”, bi tohmeta “bexî”, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.

Pêka vê raporê, rêjîmê tohmeta kuştine besîcekî bi ser “Mêhrab Ebdullazade” sepansdiye û wekî “bexî, hatiye dadgehîkirin.

“Mêhrab Ebdullazade” li demsala payîza 1401 a Rojî, li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hatibû revandin û bo girtîgeheke îtilaata rêjîmê li wî bajarê de hatibû veguhastin, navbirî çendîn heyvan li îşkencegehên rêjîmê de bi awayekî hovane hatibû îşkencekirin û kevtibû ber lêpirsînan, piştre navbirî bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hate veguhastin û nêzî 2 heftiyan berî niha, bo benda siyasî ya vê girtîgehê, hatiye veguhastin.