Spaha pasdaran a terorîst belav kiriye ku 2 pasdarên rêjîmê ku yek ji wan pileya serdarî hebûye li bûyerekê de hatine kuştin, lê li derheq sedem û şêwaza vê bûyerê ti zanyariyek belav nekiriye.
Pêka nûçeyên belavbûyî yên ragihandinên ser bi rêjîma Îranê, pasdar “Hemid Mazenderanî” ku pileya sertîp2 hebûye û pasdarekî din ên bi navê “Hemîd Cundeqî” ku pîlotê Cayroplanê bûye li kevtinexwarê ya balafireke cura “Cayropilen” de hatine kuştin.
Li vê derheqê de pêwendiyên giştî ya biryargeha quds a hêza bejayî ya spaha pasdaran a terorîst belav kiriye ku pasdar “Hemîd Mazenderanî” yê fermandeyê hêza Nêynewa ya parêzgeha Gulistanê û pîlotê Cayroplanê pasdar “Hamin Cundeqî” ên ser bi hêza bejayê ya spaha pasdaran a terorîst li manoreke leşkerî li devera Serawanê de li kevtinexwarê ya Cayroplaneke biçûk de hatine kuştin.
Zanyariyên zêdetir li derheq sedema kevtine xwarê ya vê Cayroplanê hêj bi serastî nehatiye zanîn.